Bakurê Kurdistanê: Di 5 mehan de 162 sivîl hatine kuştin

Vaqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê raporek belav kir û li gor raporê di 5 mehên dawî de bi giştî 162 kes, di mehekê de jî 79 kesan canê xwe dest dane

K24 - Enqere

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê raporek belav kir û li gor raporê di 5 mehên dawî de bi giştî 162 kes, di mehekê de jî 79 kesan canê xwe dest dane û ji piştî ragihandina raporê, rexistin û saziyên civaka sivîl li Enqerê dest bi çalakiyê kirin. 

Piştî Weqfa Mafên Mirovan raporek weşand, rexistinên civaka sivîl wekî sendikayên DİSK, KESK, TMMOB û TBO duh êvarê ji bo protestokirina Hikûmeta AKPê li kolana Olgunê heta kolana Yûkselê dest bi meşê kirin û bi daxuyaneyeke hevpar, şerê li Bakurê kurdistanê tê meşandin şermazar kirin û gotin ku bila êdi zarok nemirin. 

Sekretera Giştî ya Odeya Pizîşkên Tirkiyê Dr. Ebru Bassa bal kişand ser mafên xizmeta tendirûstiyê û got: “Karmendên saziyên tendirûstiyê û nexweşxaneyan nikarin biçin ser karê xwe û dema diçin jî, nikarin vegerin. Gel nikare mafê xwe yê tendirûstiyê bi kar bîne, ji ber ku tê qedexe kirin.” 

Li Bakurê Kurdistanê tu mafê mirovan nemaye. Herî dawî jî Rêziknameya Sepana Saziya Pizîşkiya Dadî hat guhertin û ew guhertin bû sedema nerazîbûna gel û partiyên opozîsyonê. Li gorî vê reziknameyê heta sê roj tu kes meytê xwe wernegire, dewlet dikare bê destûra malbatan bi destê xwe wan meytan veşêre.  

Serokê Tûm Senê îsmail Kaygusuz jî da zanîn ku mafê spartina meytan jî tê bin pê kirin û wiha axifî: “Hevalên me diçin bajarên cur bi cur  û li wan deran lêkolinê dikin. Ji ber qedexeya derketina derve, gel nikare meytê malbatên xwe bistînin û dewlet nikare vî mafê ji destê mirovan derxine.”

Nûnerên sendîkayan diyar kirin ku ew hêvî dikin Tirkiyê bibe welatekî demokratîk gel bi wekhevî, aştî û azadî jiyana xwe berdewam bike, karibe hemû mafên xwe bi kar bîne. Şer tenê mirin, êş û rondikan tîne. Ji ber vê ew her tim dibêjin azadî.