Hunermend Kerîm Kaban koça dawî kir
Di 23ê.01.2015an rêzlênanek bo karê wî li nav bexçeyekî bajarê Silêmaniyê hat kirin, vê sibê jî Hunermend Kerêm Kaban bi sedema nexweşiyekê koça dawî kir.
.jpg)
K24-Navenda Nûçeyan
Vê sibê hunermendê Kurd Kerîm Kaban di 88 saliya xwe de, koça dawî kir.
Navê Hunermend Kerîm Kaban yê rast Ebdulkerîm Celal Ezîz e, di sala 1927an de, li taxa Şêxan a bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye û di zaroktiya xwe de li hucereyan fêrî xwendinê bûye.
Di sala 1941an de, Kerîm Kaban strana xwe ya yekemîn li ber dergehê Seraya Silêmaniyê gotibû û xwediyê 20 stiranan bû. Di sala 1945an yekemîn berhema xwe belav kir ku ji 8 stranan pêk dihat û heman salê bû Rêveberê Beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê.
Di salên heftêyan de Kerîm Kaban bû endamê tîma mûzîkê ya Silêmaniyê û çendîn berhemên xwe tomar kirin, di çend salên borî de jî li ser pêşkêşkirina berhemên hunerî berdewam bû.
Di 23ê.01.2015an rêzlênanek bo karê wî li nav bexçeyekî bajarê Silêmaniyê hat kirin, vê sibê jî Hunermend Kerêm Kaban bi sedema nexweşiyekê koça dawî kir.