Bavê Alan: Karîkatorê “Charlie Hebdo”yê ez giriyandim

Charlie Hebdo di karîkator de nexişandiya ku Alan mezin bûye û destdirêjiya jinên Ewropayê dike.

K24- Navenda Nûçeyan

Bavê Alan Kurdî Abdullah Kurdî derbarê karîkaturê kurê xwe yê di “Charlie Hebdo” de hatiye belav kirin got: “Ez ketim rewşek xirab û giriyam.”

Heftenameya Fransî “Charlie Hebdo” karîkatorekî Alanê Kurdî bi tinazî belav kir. Di karîkator de Alan mezin bûye û destdirêjiya jinên Ewropayê dike.

Bavê Alan hestên xwe di dema dîtina wî karîkatorî de anîn ziman û got: “Cherlie Hebdoyê, Alan wekî destdirêjekî nîşan da û dema ku min ev karîkator dît, ez ketim rewşeke nexweş û giriyam.”

 

Abdullah Kurdî di daxuyaniyekê de ji ajansa Sputink a Rûsî re  got ku, ev kovar rastî êrişeke çekdarî hat û em li benda wan û tiştê baş in. Lê mixabin derheqê Alan de karikatoreke gelekî pîs çêkirin û herkes xemgîn bû. Alan hê zarokekî du salî bû û xeniqî. Charlie Hebdo divê hûrmeta Alan û malbata min bigirta lê mixabin tam berevajî vê çêbû. Ev heftename divê rûmeta mirovên mirî bigre.”

Bavê Alan Kurdî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kiur ku, ew niha ji bo serdanekê li Stenbolê ye û li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê dijî û wiha pêde çû: “Banga min ji bo hemû dinya û kovar qerfiyê, bila herkes rûmeta zarokên mirî bigrin, malbatên wan xemgîn û keder wan duqat nekin.”

Alanê Kurdî ew zarokê 3 salî ku 2ê Îlona 2015an termê wî li peravên deryayên Tirkiyê hatibû dîtin, wêneya wî jî yê li ser qûma deryaya Egeyê dirêjkirî, dilsoziyeke mezin ji rewşa penaberên Sûriyê re anî.

Fly Erbil Advertisment