PDK beşdariya Goranê “red dike”
Serkirdeyekî PDK diyar dike ku, ew “bi girîngî” projeya YNK dişopînin.

K24- Navenda Nûçeyan
Serkirdeyekî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dibêje ku “nabe” Tevgera Goranê beşdarî Desteya Serokatiya Parlementoya Kurdistanê bibe.
Berpirsê Pêwendiyên Niştimanî û Iraqî yê PDKê, Ehmed Kanî di daxuyaniyekê de diyar kir ku, partiya wî bi girîngî li dîtina çareseriyekê ji krîza siyasî ya li Herêma Kurdistanê, tevdigere.
Ehmed Kanî ji BasNewsê re da zanîn ku, eger niha Desteya Serokatiya Parlementoya Herêma Kurdistanê were avakirin “divê li derveyî Tevgera Goranê be.”
Wî serkirdeyê PDKê got jî ku, ew dixwazin “rêkeftinên nû bi zimanekî nû” pêk bînin.
Herwiha tekez kir ku, PDK “bi girîngî” projeya ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê pêkeş kiriye, dişopîne.