Şahjina Urdinê bergirî li “Alanê Kurdî” kir

“Charlie Hebdo”yê karîkatorekî Alanê Kurdî bi tinazî belav kiriye.

K24- Navenda Nûçeyan

Şahjina Urdinê, Ranye Ebdulla bergirî li “Alanê Kurdî” kir, li dijî karîkatorê ku heftenameyek Fransî derheqê wî de belav kiriye.

Heftenameya Fransî “Charlie Hebdo” karîkatorekî Alanê Kurdî bi tinazî belav kir. Di karîkator de Alan mezin bûye û destdirêjiya jinên Ewropayê dike.

Karîkatorê Charlie Hebdoyê

 

Şahjina Urdinê, Ranye Ebdulla jî bi karîkatorekî ji hizra wê û nexişandina karîkaturîstê Urdinî, Usame Hecac, bersiva “Charlie Hebdo”yê da.

Di karîkatorê ku Şahjina Urdinê li ser rûpela xwe ya Twitterê belav kiriye, bi Erebî, Inglîzî û Fransî nivîsandiye: “Dibe ku Alan bûba pizîşk yan mamoste yan jî bavekî dilovan.”

Karîkatorê Şahjina Urdinê

 

Ev yekemîn car e jî ku kesayetiyek fermî wek Şahjina Urdinê, li dijî karîkatorê “Charlie Hebdo”yê, bergiriyê li Alanê Kurdî dike.

Alanê Kurdî ew zarokê 3 salî ku 2ê Îlona 2015an termê wî li peravên deryayên Tirkiyê hatibû dîtin, wêneya wî jî yê li ser qûma deryaya Egeyê dirêjkirî, dilsoziyeke mezin ji rewşa penaberên Sûriyê re anî.

Belavkirina wî katîkatorî ji aliyê heftenameya Fransî ve, nîgeraniyek mezin li ser torên civakî û di nav medyayê de li pey xwe anî.

Bavê Alan Kurdî Abdullah Kurdî jî derbarê karîkaturê kurê xwe yê di “Charlie Hebdo” de hatiye belav kirin got: “Ez ketim rewşek xirab û giriyam.”

Şahjina Urdinê bergirî li “Alanê Kurdî” kir
Şahjina Urdinê bergirî li “Alanê Kurdî” kir
Şahjina Urdinê bergirî li “Alanê Kurdî” kir
Şahjina Urdinê bergirî li “Alanê Kurdî” kir