Heyama “leşkeriya neçar” li Rojava hat dirêjkirin
Du caran dengdan li ser proje yasayê hat danîn, heta ku ji aliyê Encûmena Yasadanînê ve hat pesendkirin.
K24- Qamişlo
Kantona Cizîrê heyama “leşkeriya neçar” li Rojavayê Kurdistanê bo 9 mehan dirêj kir.
Encûmena Yasadanînê ya Kantona Cizîrê di civîna xwe ya îro de, proje yasaya dirêjkirina heyama “leşkeriya neçar” xist dengdanê.
Di destpêkê de, proje yasayê dengên pêwîst bidest nexistin, lê Encûmena Yasadanînê carek din ew proje xist dengdanê.
Cara duyem jî proje yasa dengên pêwîst bidest xistin û hat pesend kirin. Li gor yasayên Rêveberiya Xweser jî, dê ew yasa bo Hevserokên Kantona Cizîrê bê şandin, ji bo ku ew jî li ser îmze bikin.
Ji dema ragihandina yasay “leşkeriya neçar” yan jî “erkê xweparastinê” wek ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye naskirin, ew pêngav bûye cihê rexneyên tund ên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS).
ENSK dibêje jî ku, ji ber wê yasayê, Rojavayê Kurdistanê ji xortan vala bûye.
Berî pesendkirina vê yasay nû, heyama “leşkeriya neçar” 6 meh bûn, lê niha bûye 9 meh.
