PDKê bersiva Tevgera Goranê da

Frakesyona PDKê diyar dike ku, Tevgera Goranê xwest bi siyaseta têkdan û tevliheviyê beşdarî hikumraniyê bibe.

K24- Hewlêr

Frakesyona PDKê li Parlementoya Kurdistanê rexneyên tund li Tevgera Goranê girt û ragihand ku “Em şansê beşdariyê di hikumraniyê de da Goranê, lê wan pişt bi siyaseta têkdan û tevliheviyê girêda.”

Frakesyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyeke nivîskî de, ku kopiyek jê bo K24 hatiye şandin, bersiva Tevgera Goranê da.

Frakesyona PDKê di daxuyaniye xwe de aniye ziman ku, Tevgera Goranê rewşa xirab a Herêma Kurdistanê bi “bilidnkirina sloganan û têkdanê” “îstixlal” dike.

Herwiha frakesyona PDKê daye zanîn ku, Tevgera Goranê xwe ji berpirsiyariya “siyasî û exlaqî” vedidize.

Di daxuyaniyê de hatiye jî ku, PDKê şandê beşdariyê di hikumraniya Herêma Kurdistanê de da Gotanê, lê tevgera navborî xwest bi “siyaseta têkdan û tevliheviyê” beşdarî hikumraniyê bibin.

Fly Erbil Advertisment