Ermeniyê dawî yê Diyarbekirê canê xwe ji dest da
Serkîs li nav gel wekî ‘Apê Sitqî’ dihate nasîn.

K24- Diyarbekir
Serkîs Eken, ku wek Eremniyê dawî yê Diyarbekirê dihat hejmartin, li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê canê xwe ji dest da.
Serkîs Eken li gundekî Farqîna Amedê di sala 1930î de hatiye dinyayê. Di temenê 19 salî de bi Baydzar Eken re hevjînî pêk aniye û 65 sal şûnde di sala 2014an de mehra xwe ya fermî biriye.
Lêbelê hevjîna wî Baydzar 2 meh piştî zewaca fermî jiyana xwe ji dest daye.
Serkîs Eken jî bi tena serê xwe jiyana xwe domand, herî dawî jî li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê çavên xwe li jiyanê girt. Serkîs Eken bû 55 sal in, li Dêra Meryema Pîroz a Suryaniyan dima.
Serkîs li nav gel wekî ‘Apê Sitqî’ dihate nasîn.
Merasîma cenazeyê, ji ber aloziya li nav Sûrê, li Dêra Sûrp Gragos a Ermeniyan nehate kirin, li Dêra Meryema Pîroz a Suryaniyan hate lidarxistin.
Keşeyê Dêra Meryema Pîroz a Suryaniyan merasîmê bi rê ve bir. Wekîlê Şaredariya Sûrê Azize Değer Kutlu, Endamê Meclîsa Şaredariya Diyarbekirê Zahit Çiftkuran, Nivîskar Şeyhmus Dîken, Serokê Rûhanî yê Dêra Diyarbekirê Ahmet Guvener û gelek kes tevlî merasîmê bûn.
Piştî merasîmê, cenazeya Serkîs Eken li Goristana Filehan a Amedê, bi hêsirên çavan hate veşartin.