Dibistanên Bakur bûne mîna fermangehên leşkerî

“Bi 10 hezaran zarok ji mafê xwe yê perwerdê bêpar hatine hiştin.”

K24 - Enqere

Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (EGİTİM-SEN) derbarê pirsgirêkên perwerdeya sala 2015 û 2016an de raporek amadekir. Di raporê de cihekî girîng bo bandora şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê ya li ser perwerdê hat veqetandin. 

Rapor li Enqerê, li Navenda Giştî ya Egitim-Senê, hate eşkerekirin. Di raporê de, pirsgirêkên xwendekar û mamosteyan cih girtin û helwesta hikûmet û Wezareta Perwerdê ya li hemberê şer û pevçûnan hat rexnekirin. 

Her wiha bandora şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê jî wiha di raporê de cih girt: “Ji ber qedexeya derketina kolanan  bi 10 hezaran zarok ji mafê xwe yê perwerdê  bêpar hatine hiştin. Zarok û sivîl ji ber pevçûnan canê xwe ji dest dane û li wan bajarên ku derketina kolanan lê hatiye qedexekirin di warê perwerdê de wekî saleke pûç derbas bûye. Li 104 dibistanên Cizîrê 41 hezar û 127 xwendekar, li 68 dibistanên li Silopiyê 39 hezar û 128 xwendekar, bi tevahî 80 hezar û 225 xwendekar û 2991 mamoste, di bin bandora şer û pevçûnan de mane. Dibistanên ku divê zarok lê perwerde bibin bûne mîna fermangehên leşkerî û ji dêvla zarokan Tîmên Taybet li dibistanan hatine bicihkirin.“

Fly Erbil Advertisment