Kosret Resûl Elî daxwazekê ji serkirdayetya YNKê dike

Cîgirê yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) daxwaza yekrêziya partiya xwe dike.

K24 – Silêmanî 

Cîgirê yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) daxwaza yekrêziya partiya xwe dike.

Kosert Resûl Elî îro serpereştiya civîna serkirdayetiya YNKê kiribû, di civînê de endamên Polîtboriya YNKê Hêro Ehmed, Mela Bextiyar, Hakim Qadir û hejmareke berpirsên payebilind û berpirsên leşkerî amade bûn.

Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê anî ziman jî ku, divê hemû hewl bên dayîn ji bo yekgirtin û yekrêziya nav mala partiya navborî.

Hat zanîn ku di wê civînê de, Cîgirê Duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih jî amade nebûbû.

Fly Erbil Advertisment