Li Bakur di şeş mehên borî de 198 sivîl hatine kuştin

Hat ragihandin ku di nav 6 mehên dawî de 198 sivîl hatine kuştin û bi qedexeyên derketina kolanan mafê jiyanê di serî de hemû mafên bingehîn ên mirovî jî hatine binpê kirin.

K24 - Diyarbekir

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (THİV), raporek li ser di aloziyên Bakurê Kurdistanê de binpêkirina mafên mirovan belav kir. Di raporê hat ragihandin ku di nav 6 mehên dawî de 198 sivîl hatine kuştin û bi qedexeyên derketina kolanan mafê jiyanê di serî de hemû mafên bingehîn ên mirovî jî hatine binpê kirin.

Di rapora li ser binpêkirina mafên mirovan a serdemên 16ê Tebaxa 2015-an heta  21ê Çileyê 2016an de, tê gotin ku di nav 6 mehên ragihandina qedexe, şer û aloziyan derbûs bûy de: 39 ji wan zarok, 27 ji wan jî yên temenê wan di ser 60 salî re bi tevahî 198 sivîl hatine kuştin.

Di raporê de tê diyarkirin ku  di heman serdemê de, Diyarbekir, Şirnex û Mêrdîn di serî de, li 19 navçeyên 7 bajaran 58 qedexeyên ku dema rakirina wan nehatiye diyar kirin hatine ragihandin. Li wan navçeyên ku qedexe hatiye ragihandin, qadên sivîl ketine bin xeteriyên mezin û asteng kirina  mafên tendiristiyê di serî de, hemû pîvanên mafên mirovan hatine binpê kirin.

Herwiha li Sûra Navçeya Diyarbekirê nêzîka 2 meh, li Cizîra navçeya Şirnaxê jî meh û nîv e ku qedexe berdewam e û li wan navçeyan 113 welatiyên sivîl hatine kuştin ku 40 ji wan di nav sînorên malên xwe de bûne. Di raporê de, navên cangoriyan hatiye ragihandin û tê gotin ku, Tirkiye hem destûra xwe ya bingehîn û hem jî peymanên mafên mirovan ku îmze kiriye binpê dike.

Rayedarên dewleta Tirk, kolandina xendekan wek hênceta wan qedexe û şer nîşan didin. Rayedarên Partiya Karkerên Kurdistan û siyaseta nêzîkî wan jî, daxwaza rêvebiriyên xweser dikin û dibêjin bila gotûbêj dest pê bikin û heta proseya çareseriyê dest pê neke ew dê çalakiyên xwe bidomînin. Li gor heman raporan, nêzîka 200 hezar  kes ji cih û warên xwe koçber bûne.

Fly Erbil Advertisment