Kobanê şehîdên xwe bibîr tîne

Bi helkefta salvegera rizgarkirina Kobanê, sazî û desteyên Kantona Kobanê serdana Goristana Şehîd Dicle kirin û pakrewanên berxwedana Kobanê bibîr anîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi helkefta salvegera rizgarkirina Kobanê, sazî û desteyên Kantona Kobanê serdana Goristana Şehîd Dicle kirin û pakrewanên berxwedana Kobanê bibîr anîn.

Kantona Kobanê îro wek rêzgirtinekê ji şervanên ku di berxwedana Kobanê de şehîd bûbûn, serdana Goristana Şehîd Dicle kirin.

Berî salekê weke îro hêzên Kurdî li bajarê Kobanê bi piştevaniya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û balefirên Hevpeymaniya Navdewletî karîn çekdarên DAIŞê ji bajarê Kobanê derxînin.

 

Fly Erbil Advertisment