Zana: “Îro dubare dixwazin Lozanek din li ser Kurdan bisepînin”
Parlamentera HDPê ya Agiriyê Leyla Zana li Parlamena Ewropayê beşdarê civîna 12emîn a bi navê Yekîtiya Ewropayê, Tirkiye û Kurd bû û diyar kir ku şer çarşefek reş e ku dibe sedema bircîbûn, koçberî, bê hiqûqiyan û maf û azadiyan jî ji holê radike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Zana ragehand ku, tiştê ku îro li Bakurê Kurdistanê jî tê jiyankirin ev e. Leyla Zana daxuyand ku bi şer çareserî nabe, aştî jî bi ked, sebir û hewldanek mezin pêk tê.
Zana got: “Riya herî rast ê çareseriya pirsgirêkan aştî û demokrasî ye. Di dema derbasbûyî de ji ber şer di hizrê civakê de birînên kûr vebûne. Ne rast e ku mirov bêje wê bi rêbazê şer arîşe bêne çareserkirin.”
Herwiha Zana got jî “Pirsa Kurd pirsek navneteweyî ye. Ew kesên bi peymana Lozanê ev çarenûs bo Kurdan nivînsandin, berpirsê şerê îro ne. Îro dubare dixwazin Lozanek din li ser Kurdan bisepînin. Lê divê ji bîr nekin ku Kurd êdî ne Kurdên wê serdemê ne.”