" ENKSê Li Ceneva3ê nûneratiya hemû Kurdan dike"
Biryare di 29ê vê mehê de li Cenevê danûstandin di navbera rejîma sûriyê û opozîsyona wê de derbarî kirîza wî welatî dest pê bike.
K24-Navenda Nûçeyan
Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, di Itîlafa opozsyona Sûriyê de, Hewas Egîd ragehand ku, ew weke ENKSê nûneratiya hemû Kurdan dikin.
Derbarê kongreya Ceneva3ê de, Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di Itîlafa opozsyona Sûriyê de Hewas Egîd ji K24ê re wiha Got: "Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) berî niha di Ceneva2yê de, nerîneke siyasî ya hevbeş li gel TEV-DEMê lihebû, li gor wê lihev kirina siyasî çi aliyê were vexwendin di civînên navdewletî de, ew alî nûneratiya Kurdan dike.ENKSê jî niha di Ceneva3ê de nûneratiya hemû Kurdan dike."
Derbarê vexwendina Itîlafa opozîsyona Sûriyê de, Egîd ji K24ê wiha axifî: "Di vexwendina Ceneva3ê de gelek xalên ne zelal hene, pêwîste werin şirovekirin û gotûbêj li ser were kirin, ji wan jî şêweyê danûstandinê li gel rejîmê."
Biryare di 29ê vê mehê de li Cenevê danûstandin di navbera rejîma sûriyê û opozîsyona wê de derbarî kirîza wî welatî dest pê bike.