"Başbûna rewşa aborî ji çaksaziya Wezareta Darayî dest pê dike"

Talebanî da zanîn ku, yekemîn pêngav û hawlên çaksaziya aborî ji dezgehên Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê dest pê dike

K2-Hewlêr

 Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragehand ku, rewşa aboriya Kurdistanê bihêzkirina dezgehên darayî baş dibe.

Derbarê vê mijarê de, Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di konfransa çaksaziya aborî ya Herêma Kurdistanê de wiha got: "Pirsgirêka aborî ya Kurdistanê metirsîdartirîn pirsgirêke ku Herêma Kurdistanê tê de derbas dibe.

Talebanî da zanîn ku, yekemîn pêngav û hawlên çaksaziya aborî ji dezgehên Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê dest pê dike, daku bikarin wê kirîzê derbas bikin û çareser bikin.

Ji aliyeke din ve Talebanî behsa qonaxên çaksaziyê kir, daku rewşa aborî ber bi başiyê ve here, herwiha diyar kir ku bi çaksaziya Wezareta Darayî  û derbas kirina wê ji wan qonaxan re, dê rewşa aborî keş bibe. Da zanîn ku hinek qonax çaksaziyê dê demeke dirêj li ber xwe bide.

Fly Erbil Advertisment