Berpirsekî AKP: Em ne dijî Kurdan e, em dijî PYDê ne
Derbarê Hewlesta Tirkiyê, eger PYDê beşdar bibe, Akar ji K24ê re wiha got: "Eger PYDê li Ceneva3ê beşdar bibe, ew dê kongreyê paykot bikin."
K24-Diyarbeker
Serokê rêxistina AKPê li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê, sedemên nerazîbûna Tirkiyê ji beşdarbûna Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD)li kongreya Ceneva3ê, têkiliyên PYDê bi her yek ji rejîma Sûriyê û Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK)ê re ne.
Derbarê nerazîbûna Tirkiyê ji beşdarbûna PYDê li kongreyaCeneva3ê, Serokê rêxistina AKPê li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê Mihmed Dara Akar ji K24ê re wiha got: "Têkiliyên PYDê bi rejîma Sûriyê re hene, cihê xwe di opozîsyona Sûriyê de negirtiye, ji aliyeke din ve, pêwendiyên PYDê bi PKKê û qendîlê re jî hene."
Akar da zanîn ku PYDê neheqiyê li Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike, aşkere kir ku,Tikriyê berî niha ji Salih Musilim daxwaz kir bû ku, pêwendiyên xwe bi PKKê û rejîma Sûriyê re qut bike, lê daxwazên Tirkiyê ji aliyê Hevserokê PYDê Salih Muslim hatin redkirin.
Derbarê Hewlesta Tirkiyê, eger PYDê beşdar bibe, Akar ji K24ê re wiha got: "Eger PYDê li Ceneva3ê beşdar bibe, ew dê kongreyê paykot bikin."
Biryare sibe danûstandin di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wê de, derbarê kirîza wî welatî de,li Cenevê dest pê bike.