Hêzên Ked û Demokrasiyê li dijî operasyona ne
Hêzên Ked û Demokrasiyê bi beşdarbûna parlamenterên HDPê ji bo balê bikişînin ser operasyonên dewletê ên li Bakurê Kurdistanê xwepêşandanek kirin û xwestin şer û pevçûn werin rawestandin.
K24 – Enqere
Li Paytexta Tirkiyê Enqerê Hêzên Ked û Demokrasiyê bi beşdarbûna parlamenterên HDPê ji bo balê bikişînin ser operasyonên dewletê ên li Bakurê Kurdistanê xwepêşandanek kirin û xwestin şer û pevçûn werin rawestandin.
Şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê berdewam e. Bi taybetê jî li Cizîr û Silopiya Şirnaxê û Sûra Diyarbekirê, li nava taxan şerekî dijwar diqewime û ji ber qedexekirina derketina kolanan tu kes nikarin têkeve nava wan taxan. Her wiha beriya 5 rojan li Cizîrê di bomberana li ser avahiyekê de 28 kes birîndar bûn û ji ber têketina wan taxan qedexe ne birîndar di halên xwe de hatin hiştin û ji wan 3yan jiyana xwe ji dest dan.
Bo protestokirina vê yekê Hêzên Ked û Demokrasiyê bi argûnan meşek lidar xistin û ji Kolana Yûkselê bo kolana sakaryayê meşiyan. Girseyê bi daxuyaniyekê daxwaza rawestina şer û pevçûnan kir. Endamê KESKê Ahmet Eroglu derbarê armanca xwepêşandanê de got: “Digel yaseyên şer gelekî aşkere li holê ne, niha li welatê me şerekî bê qanûn, şerekî bê rê û rêbaz tê meşandin. Li hemberî şerê AKPê em wekî Hêzên Ked û Demokrasiyê careke din li qadan dengê xwe bilind dikin. Em şer naxwaz in, em aştiyê dixwaz in!.”
Helwesta hikûmetê ya li hemberî şer û pevçûnan bi zimanekî tuj hat rexnekirin û hikûmet bi wê yekê hat sûcdarkirin ku li dîjî Kurdan operasyonên tunekirinê dide meşandin.
Parlamentera HDPê ya Stenbolê Hûda Kaya jî di xwepêşandanê de beşdar bû û got ku hikûmet xendekan dike hinceta tunekirina Kurdan: "Gava em dibêjin bila dawî li mirinê were. Dibêjin pêşî xendekan bigirin. Hê xendek nebûn jî, ma em nebûn şahidên wê yekê ku mitîngên me hatin bombekirin û welatiyên me hatin qetilkirin. Gava li navenda Enqerê bombe hatin teqandin, ma li pêşiya Garê xendek hebûn?."
Li Bajarên Bakurên Kurdistanê ji gava şer û pevçûnan destpê kirine û heta niha, li 7 Bajar û 20 navçeyan nêzîka 340 rojan derketina kolanan hatiye qedexekirin. Herwiha ji meha Tirmehê heta niha, li Cizîrê 99, li Silopî 42, li Sûra Diyarbekirê 21 kesan bi temamî 442 sivîlan canê xwe ji dest dane ku ji wan 78 jin û 81 jî zarok bûn.