Li Efrînê Desteya Navxweyî otombîlên biyanî tomar dike
Li gor welatiyên bajarê Efrînê ew biryar, dê rêgiriyê li pêşiya otombîlên biyanî yên ku bi armanca teqînan derbasî bajêr bibin bigre.

K24-Efrîn
Bi armanca parastina ewlehiya bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Kargeriya Veguheztinê û bi alîkariya Desteya Navxweyî ya bajarê Efrînê dest bi tomarkirina otombîlên ku hejmara wan biyanî ne yên ku derbasî bajêr dibin kirin.
Derbarê tomarkirina otombîlên ku hejmara wan biyanî ne, Hevseroka Rêveberiya Kargeriya Veguheztinê li bajarê Efrînê Rozalîn Bekir da zanîn ku, wan komîteyeke taybet, bi tomarkirina hemû coreyên otombîlên biyanî pêkanîne, herwiha dê kartên muhleta otombîlan jî derînin.
Bekir da zanîn ku, ew kartên muhletê hemû zanyariyên otombîlê tê de hene, aşkere kir ku pêngava yekemîn ya wê biryarê komkirina otombîlan di ciheke taybet de ye.
Li gor welatiyên bajarê Efrînê ew biryar, dê rêgiriyê li pêşiya otombîlên biyanî yên ku bi armanca teqînan derbasî bajêr bibin bigre.