Fermandeyekî Amerîkî: Dibe ku Bendava Mûsilê birûxe
Bendava Mûsilê 2 heftiyan ketibû destê DAIŞê de.
K24- Navenda Nûçeyan
Fermandeyê Amerîkî yê herî mezin li Iraqê ragihand ku, ew xwe ji egere rûxan û hilweşana Bendava Mûsilê re amade dikin.
Fermandeyê hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, general Sean MacFarland amaje bi metirsiya li ser Bendava Mûsilê kir û got ku, divê berdewam di bin karên çaksaziyê de be.
Sean MacFarland rûxan û herfandina Bendava Mûsilê bi karesat bi nav kir û wiha pêde çû: “Em dixwazin pirsa rûxan û hilweşana bendavê yekalî bikin.. Tişta em dizanin ew e ku eger bendav birûxe, dê zû birûxe.”
Di sala 2014an de, DAIŞê bo heyama 2 heftiyan Bendava Mûsilê girtibûn, lê piştire Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi piştgiriya firokeyên hevpeymanan, bendav kontrol kiribûn.
Beriya niha jî, Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandibû ku, barê bendava Mûsilê pir giran bûye û metirsiya rûxan û hilweşandina bendavê heye.
Hikûmeta Iraqê jî ji bo qahîmkirina bendavê bi kompaniyeyek Îtalî re hevdîtin dike. Lê heta niha karên pêwîst bo jinavbirina metirsiya li ser Bendava Mûsilê, nehatine kirin.
Eger hat û Bendava Mûsilê hat hilweşandin, dê parêzgehên Mûsil û Bexdayê di bin avê de bimînin, jiyana hezaran welatî jî dikeve metirsiyê.
