Çalakvanên Şino hêlînan ji balindeyan re çêdikin

Çalakvan dixwazin balindeyan ji sermayê biparêzin

K24- Navenda Nûçeyan

Çalakvanên jîngehparêz hêlînan ji balindeyê kovî re li Rojhilatê Kurdistanê çêdikin.

Agahiyên ku derbarê mijarê de belav bûne diyar dikin ku, beşek ji çalakvanên jîngehparêz û endamên Encûmena Parastina Jîngehê (Jînko) li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê bi wê çalakiyê rabûn e.

Li gor ajansa Kurdpa, ku taybet e bi şopandina bûyerên Rojhilatê Kurdistanê, çalakvanên jîngehparêz bi mebesta parastina balindeyan ji sermayê, dest bi çêkirin û danîna hêlînan kirine.

Di nûçeyê de hatiye jî ku, her du çalakvanên bi navê Murteda Resûlpûr û Mamend Karsaz, bi awayekî xwebexiş bi wî karî rabûne.

Fly Erbil Advertisment