"Piştgiriya herî zêde Tirkiye dide Herêma Kurdistanê"

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Mihemed Şîmşek li bajarê Êlihê behsa hinek reformên nû kir û da zanîn ku piştgiriya herî mezin Tirkiye dide Herêma Kurdistanê.

K24 – Êlih

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Mihemed Şîmşek li bajarê Êlihê behsa hinek reformên nû kir û da zanîn ku piştgiriya herî mezin Tirkiye dide Herêma Kurdistanê.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Mihemed Şîmşek doh li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê ragihand ku reformên nû hatine kirin û cihê têkoşînê Parlamentoya Tirkiyê ye, ne xendek in.

Mihemed Şîmşek, gera xwe ya bajarên Bakurê Kurdistanê didomîne û duh li Zanîngeha Batmanê, beşdarî merasîma xelatên projesaziyê bû. Şîmşek got ku ewê berdewam bin li ser reformên demokratîkbûnê û niha 3 yasayên siyasî û aborî ji aliyê hikûmetê ve hatine amadekirin.

Şîmşek da zanîn ku cudahiyên welêt tenê bi zêdekirina demokrasî, maf û azadiyan dikarin pevre bijîn û bo vê yekê hikûmeta wan gelek reform derxistine. Şîmşek diyar kir ku ew şanaziyê bi hevşariyên xwe yên Êlihê dike ku rê nadin kolandina xendekan û ewê nekevin dafika mezhebî û netewî.

Cîgirê Serokwezîr wiha axifî: "Piştgiriya herî mezin Tirkiye dide Herêma Kurdistanê û li Bakurê Kurdistanê tu wateya kolandina xendekan di nav bajaran de nîne, dibe ku kêmasî hebin, lê cihê nîqaş û têkoşînê Parlamentoya Tirkiyê ye."

Fly Erbil Advertisment