Amedspor ji fînala “kûpaya Tirkiyê” nêzîk dibe

Amedsporê zora Bursaspor bir û xwegihand çarîka fînalê

K24- Diyarbekir

Di 16'emîn tûra “Kûpaya Tirkiyê ya Zîreatê” de Amedspor bi encama 2 û 1 tîma Bursaspor têk bir. Amedpsor bi vê serkeftinê derket çaryek fînalê. 

Lîstik di stadyûma Arenayê de hat lîstin. Amedspor bi gola Ercan Çapar di deqeya 20'an de ket pêşiya  Bursasporê û nîva yekem bi vê encamê bi dawî bû.

Amedsporê ku heta dawiya lîstikê li hember hevrikê xwe bi serkeftî lîst, di deqeya 65'an de bi gola Denîz Nakî carek din ket pêş.

Di deqeya 88'an de lîstikvanê Bursaspor Hajime Hosogaî lîstikvanê Amedsporê li erdê xist, bi karta sor hat cezakirin û tîma xwe bi 10 kesî hişt.

Bursaspor di deqeya 95'an de bi gola Tom de Sutter karî xwe nêzîk encama Amedsporê bike. Lê lîstik bi encama 2-1 bi serkeftina Amedspor qediya. Amedspor jî derket çaryek fînalê.