Hûrgiliyên serdana şandeya rojavayî bo Kobanê

Şande bi serokatiya nûnerê Obama bû.

K24- Kobanê

Şandeyeke payebilind a Amerîkî li Kobanê ligel rayedarên kantonê û berpirsên TEV-DEMê civiya.

Li gor agahiyên ku derbarê wê civînê de hatine belavkirin, berpirsên Fransî û Brîtanî jî ligel berpirsên Amerîkî serdana Kobanê kirine.

Ev yekemîn serdana şandeyeke bi vî rengî ye bo Kobanê.

Şandeya biyanî bi serokatiya, nûnerê taybet ê serokê Amerîk, Brett H. McGurk bû, ligel Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê û Endamê Konseya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl re hevdîtin pêk anî. 

Tu zanyariyên berfereh derbarê naveroka civînê de nehatina aşkere kirin, lê bi giştî pirsên leşkerî, siyasî, operasyonên YPG û çend pirsên din ên leşkerî hatine gotûbêjkirin.

Ev serdan di demekê de tê ku, nûnerên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji bo danûstandinên Cenêv-3 nehatine vexwendin.

Di vê derbarê de jî, Hevserokê PYDê Salih Mislim ji K24 ragihandiye ku, ew li Cenêvê ligel Amerîkiyan civiyan e û wiha pêde çû: “Amerîkiyan ji me re gotin ku, ew ligel hebûna me di Cenêvê de ne, lê niha ne wext e.”

Hûrgiliyên serdana şandeya rojavayî bo Kobanê
Hûrgiliyên serdana şandeya rojavayî bo Kobanê
Hûrgiliyên serdana şandeya rojavayî bo Kobanê