Iraq têkçûna bendava Mûsilê redike
Bendava Mûsilê, mezintirîn bendave li Iraqê berî niha ji aliyê DAIŞê ve hatibû dagîrkirin, lê ew niha dibin kontirola pêşmergeyên Kurdistanê de ye.
K24-Bexda
Wezîrê çavkaniyên avê li Iraqê ragehand ku bendava Mûsilê têknaçe.
Derbarê nûçeyên ku hatibûne ragehandin ku egera têkçûna bendava Mûsilê heye Wezîrê çavkaniyên avê li Iraqê Mihsin El-Şumerî Şemerî daxuyaniyek belav kir, tê de wiha got:"Metirsî li ser têkçûna bendava Mûsilê nîne, rewşa wê başe û ew gotegotên ku dibêjin wê têkbiçe ne rastin."
Mihsin El-Şumerî amaje bi wê yekê jî kir ku, bendava Mûsilê pêwîstiya xwe bi nujenkirinê û çaksaziyê heye.
Berî niha Serokê Amerîkayê Barak Obama di pêwendiyeke telefonî daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kirbû ku, rê li pêşiya têkçûna bendava Mûsilê bigre.
Bendava Mûsilê, mezintirîn bendave li Iraqê berî niha ji aliyê DAIŞê ve hatibû dagîrkirin, lê ew niha dibin kontirola pêşmergeyên Kurdistanê de ye.
