Hikûmeta Sûriyê bi “mercekî” opozîsyonê “razî dibe”

NY ragihand ku, hikûmeta Sûriyê razî bûye.

K24- Navenda Nûçeyan

Berpirsekî Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku, rejîma Sûriyê razî bûye ku alîkarî derbasî hin navçeyên dorpêçkirî bibe.

Berdevkê Ofîsa NY ya ji Hevahengiya Karûbarên Mirovî ragihand ku, rejîma Sûriyê razî bûye ku, alîkarî derbasî 3 navçeyên dorpêçkirî bên kirin.

Li gor bendên 12 ê 13 ji biryara hejmara 2245 ya Encûmena Asayişa Navdewletî, divê dorpêça li ser navçeyên li Sûriyê bê rakirin û rê bi derbaskirina alîkariya bê dayîn.

Opozîsyona Sûriyê jî cîbicîkirina wê biryarê ji aliyê rejîmê ve bi merc zanîbû, ji bo beşdariyê di civînên Cenêv-3 de, ku roja 29ê mehê dest pê kirine û heta niha berdewam e.

Heman berpirsê NY diyar kir ku, ew dê lîsteyên bi navê alîkariyan radsetî rejîma Sûriyê bikin, ji bo ku rê bi derbaskirina alîkariyan bo Medaya, Fuha û Kefreya bê dayîn.

Medaya, ku bi dehan welatiyên wê ji birçîna mirine, di bin dorpêça rejîmê de ye. Fuha û Kefreya jî di bin dorpêça islamiyên radîkal de ne.

Lê heta niha deam derbaskirina alîkariyan nehatiye diyarkirin.