Hikûmeta Iraqê, Bendava Mûsilê nûjen dike
Beriya niha Wezareta Bergiîr ya Amerîkayê hişyarî ji rûxana bendavê dabû.
K24- Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Iraqê biryar da ku, Bendava Mûsilê nûjen bike, piştî ku metirsiya hilweşana wê ketibû rojevê.
Li gor daxuyaniyeke fermî, Encûmena Wezîrên Iraqê di civîna xwe ya îro de biryar da ku, erkê nûçenkirina Bendava Mûsilê bispêre kompaniyeyek Îtalî.
Encûmena Wezîran jî, Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê spartiye, bo îmzekirina girêbesta nûçenkirina Bendava Mûsilê.
Beriya niha, Wezareta Bergirî ya Amerîka hişyarî ji hilweşan û rûxana Bendava Mûsilê dabû.
