Hêza Sûriyeya Demokratîk xwe ji rizgarkirina Minbicê re amade dike.

Hêza Sûriyeya Demokratîk, ku hêza serekî yaw ê Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ye, bi piştevaniya operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî , gelek nevçe li Sûriyê rizgar kirine.

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevê Hêza Sûriyeya Demokratîk ragehand ku, hemû navçeyên Sûriyê yên di bin destê çekdarên DAIŞê de armanca wan e.

Berdevê Hêza Sûriyê ya Demokratîk Telal Silo, derbarê amadebûna wan bo rizgarkirina bajarokê Minbicê ji K24ê re got: " Ne tenê dê rizgarkitin, em weke Hêza Sûriyeya Demokratîk her dem amade ne bo rizgarkirina hemû navçeyên Sûriyê yên di bin kontrola DAIŞ de ne rizgarbikin."

Silo da zanîn  ku pêwendiyên wan li gel Hevpeymaniya Navdewletî di her operasyoneke bejayî li ser erdê hene. Silo eşkere kir jî, ku ew bi piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletî li ser erdê bi pêşve diçin.

Hêza Sûriyeya Demokratîk, ku hêza serekî  yaw ê Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ye, bi piştevaniya operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî , gelek nevçe li Sûriyê rizgar kirine.