Kolandina xendeka di navbera Bakur-Rojava de berdewam e
Xendek ji Mêrdîn heta Şirnexê dirêj dike.

K24- Navenda Nûçeyan
Kolandina xendeka di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve berdewam e.
Di sala 2014an de karên kolandina xendekê dest pê kiriye, desthilatdarên Tirkiyê wê demê xendekek bi dirêjahiya 1 kîloo metirê ji Nisêbînê bi aliyê Qiziltepê ve kolandibû.
Ew jî qonaxa yekem bû ji proseya kolandina xendekek bi dirêjahiya 100 kîlo metirî, ku Bakur û Rojavayê Kurdistanê jihev cuda dike.
Bihaneya hikûmeta Tirkiyê ji bo kolandina vê xendekê “xweparastin ji êrîşan û rêgirtin li karê qaçaxiyê ye” lê xwendineke siyasî jî bo vê proseyê tê kirin.
Xendek ji Nisêbîna Mêrdînê destpê dike û li Cizîra Şirnexê bidawî dibe. Dirêjahiya xendekê 100 kîlo metir e, bi kûrahiya 5 metran û berferehiya 5 metran e jî.
Ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve jî, xendek ji Qamişlo heta Dêrikê dirêj dike. Kûrahiya xendekê 5 metir in û berferehiya wê jî 5 metir in.
Herwiha li her du teniştên xendekê girek bi bilindahiya 4 mitroyan ji axê hatiye bilindkirin.