Li Rojava pêşeroja Kurdan û helwêsta cîhanê!
Li Sûriyê alozî her diçe xurttir dibe. Di qada navneteweyî de jî hewlên çareseriyê berdewam in. Geşedanên dawî dewletên cihanê anîn hemberî hev.
K24 - Enqere
Li Sûriyê alozî her diçe xurttir dibe. Di qada navneteweyî de jî hewlên çareseriyê berdewam in. Geşedanên dawî dewletên cihanê anîn hemberî hev. Di nav aloziya heyî de pêşeroja Kurdên Suriyêçi ye?
Konferansa Cinêv ya sêyemîn jî birojeva çareserkirina pirsa Sûriyê di meha borî de birêve çû. Rewşa herêmê ji aliyê aktorên herêmê ve hat gotûbêjkirin kirin. Rewşa herêmê ber bi ku ve diçe? Li gor nivîskar û rewşenbîrê Tirk Dogu Ergîl, Tirkiyê bi tifaqa digel Ereban şaşîtiyeke mezin kir. Tirkiyê her çend nevexwendina PYDê ya bo Cinêvê rolek lîstibe jî tu hêza Tirkiyê li herêmê nemaye.
Dogu Ergil wiha dibêje: “Me li Kobanê dît. Helbet ev yek gelekî li hesabê cihanê tê. Di nav terora îslamî de digel jin û mêran têkoşîna gelê Kurd a bi nav û deng heye. Ji ber wan tiştan jî Kurdan statuyeke navneteweyî û baweriya cihanê bidest xistine.”
Serokê rejîma Sûriyê, Beşar Esad di hevpeyvîneke taybet ligel televîzyoneke Fransî derbarê pêşeroja Kurdên Sûriyê de agahiyên girîng dan. Esed cara yekem tekez kir ku Kurd grube kniştimanî ji Sûriyê ne. Esed ji bo çarenûsa Kurdan jî danûstandinên siyasî wek navnîşan destnîşan kir. Li Rojava mercên bidestxistina statuyekê çi ne?
Di vê derbarê de Lêkolîner Şakir Epozdemir wiha difikire: “Hem vîna Kurdan lazim e, hem jî divê dinya qîma xwe bîne. Ji ber vê jî Kurd wek salên 60an li her parçeyên Kurdistanê divê doza heqên xwe yên neteweyî bikin û bi federasyonê statuya xwe ava bikin.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand ku Erebîstana Siûdiyê wê balafirên xwe bişîne baregeha Încirlikê. Bi vê yekê Çavuşoglu sînyalên operasyoneke bêjayî bo Sûriyê dabû. Herwiha di hefteya borî de Rûsyayê bi zimanekî tûnd hişyarî dabû Tirkiyê û ragihandibû ku eger sinorên Sûriyê werin binpê kirin ew ê bê bersiv nemînin. Ev yek jî dide xuyakirin ku aloziya li herêmê hatiye asta herî bilind.
