HRW Daxwaza çespandina sizayan li ser Rûsyayê dike

Rûsya di şerê li Sûriyê de,piştgiriya rejîmê dike û navçeyên opozîsyona wî welatî dike armanc, ev yeke jî her yek ji Amerîka û welatên Rojava nîgeran dike û daxwaz ji Rûsyayê dike ku, opoerasyonên xwe li ser sivîlan rawestîne.

K24-Navenda Nûçeyan

Rêveberê Cîbcîkar ê rêxistina Human Rights Watch(HRW) ragehan ku, eger siza li ser Rûsyayê neyên çespandin, ew dê li ser kuştina welatiyên sivîl li Sûriyê berdewam be.

Derbarê operasyonên Rûsyayê li ser sivîlên  Sûriyê Rêveberê Cîbcîkar ê rêxistina Human Rights Watch Kenneth Roth di daxuyaniyek belav kir, tê de wiha hatibû gotin: "Di raoprên rêxistina me de, belgeyên bombebaran kirina Rûsiyê li ser sivîlan hene, lê Rûsya mîna Serkê rejîma wî welatî  Beşar Esed vê yekê redike."

Roth tekez kir ku, eger siza li ser Rûsyayê neyên çespandin, ew dê li ser bombebaran kirina welatiyên sivîl û piştevanya Esed berdewam be.

Derbarê agrbesta ku li kongreya Munichê hatibûragehandin, Rêveberê rêxistina Human Rights Watch diyar kir ku, ew ne bawere ku, ew agirbest were cîbcîkirin.

Rûsya di şerê li Sûriyê de,piştgiriya rejîmê dike û navçeyên opozîsyona wî welatî dike armanc, ev yeke jî her yek ji Amerîka û welatên Rojava nîgeran dike û daxwaz ji Rûsyayê dike ku, opoerasyonên xwe li ser sivîlan rawestîne.

Fly Erbil Advertisment