HSD rêya serke di navbera Izaz û Tel Rifet de kontirol kir
Di van du rojên borî de, Artêşa Tirkiyê dest bi tobaran kirina navendên YPG û HSD li Bakurê Helebê kirye, lê her yek ji Amerîka û Fransayê jî daxwaz ji Tirkiyê kirbû ew operasyon werin rawestandin.
K24-Navenda Nûçeyan
Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) rêye serke di navbera bajarokê Izaz û Tel Rietê de, li bakurê bajarê Helebê kontirol kir.
Derbarê kontirolkirina wê rêya sereke ji aliyê HSD ve, Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovam daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) piştî şer û pevçûneke giran li gel grûpên radîkal re, karî rêya Serke ya dinav bera bajarokê Izaz û Tel Rifet de kontirol bikin.
Rewangehê da zanîn ku, heta niha Artêşa Tirkiyê li ser tobaran kirina navçeyên Kurdan û navendên HSD berdewam in.
ji aliyê xwe ve duh, Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davutglo ji Şêwermenda Almanyayê Engela Merkel tekez kir bû ku, ew operasyonên xwe li ser YPG û HSD ranawestînin.
Di van du rojên borî de, Artêşa Tirkiyê dest bi tobaran kirina navendên YPG û HSD li Bakurê Helebê kirye, lê her yek ji Amerîka û Fransayê jî daxwaz ji Tirkiyê kirbû ew operasyon werin rawestandin.