Li Hezexê derketina derve hat qedexekirin

Li navçeya Hezexê ya Bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derva hat ragihandin.

K24 - Şirnex

Li navçeya Hezexê ya Bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derva hat ragihandin.

Parêzgeha Şirnexê ragihand ku ji bo rakirina xendekên hatine kolandin û ewlekariya mal û canê welatiyan îşev seet piştî 23:00an li navenda Hezexê û gûndê Dîrsekliyê derketina derva qedexe ye.

Hefteya borî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala eşkere kiribû ku piştî operasyona Cizîrê dê dor were Hezex û Nisêbînê. Ala diyar kiribû ku li navçeya Hezex û Nisêbînê jî xendek hatine kolandin û endamên Yekineyên Parastina Sivîl (YPS) li wir bicih bûne.

Piştî vê daxwiyaniya Ala, tirs li ba niştecihên qezaya Nisêbînê ya Mêrdînê çêbû û hat ragihandin ku gelek welatiyan ji bajêr bar kirine.

Fly Erbil Advertisment