Tirkiye li ser topbarankirina axa Sûriyê berdewam e
Topxaneyên artêşa Tirkiyê ku li sînorê Kilîsê hatine bicîhkirin, vê sibê dîsan ew navçe topbaran kirin ku di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriya Demokratîk de ne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Topxaneyên artêşa Tirkiyê ku li sînorê Kilîsê hatine bicîhkirin, vê sibê dîsan ew navçe topbaran kirin ku di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriya Demokratîk de ne.
Hefteya borî piştî ku YPGê karî Firokexaneya Minnig a nêzîkê bajarê Ezaza Sûriyê ji destê DAIŞê derxîne, roja şemiyê ew navçe ji aliyê artêşa Tirk ve hat topbarankirin. Hinceta Tirkiyê jî ew bû ku qaşo YPG teqe li aliyê Tirkiyê kiriye û wan jî bersiv daye.
Sê roj e bi hinceta ku hêzên YPGê teqe li aliyê Tirkiyê dikin, ew dever ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tê topbarankirin. Vê sibê jî topxaneyên artêşa Tirk ku li nêzîkê gundê Akçabaglara Kilîsê bicih bûne, deverên di bin kontrola YPGê de topbaran kirin.
Li aliyê din YPG tekez dike ku ji aliyê wan ve teqe nehatiye kirin û Tirkiye bi xwe li hincetan digere. Herwiha Hêza Sûriya Demokratîk jî ragihandibû ku ew devera tê topbarankirin YPG lê nîne. Hat ragihandin ku li ser sînor tedbîrên ewlekariyê jî hatine zêdekirin.