Kişanak, îdîayên rojnameya ‘Star’ê derew derxistin

Rojnameya “Star”ê îdîa kir ko hevşaredara Bajarê Mezin a Diyarbekirê Gulten Kişanak, li navçeya Sûrê ji aliye şervanên YPSê ve 6 seatan hatiye desteserkirin, lê Kişanak ev îdîa derew derxist.

K24 - Diyarbekir

Rojnameyeke Tirkiyeyê ya bi navê “Star”ê îdîa kir ko hevşaredara Bajarê Mezin a Diyarbekirê Gulten Kişanak, li navçeya Sûrê ji aliyê çekdarên Yekineyên Parastina Sivîl (YPS) ve 6 seetan hatiye desteserkirin. Lê Kişanak ev îdîa derewand û dê dozê jî derbarê rojnameyê de veke.

Rojnameya ‘Star’ê, ku yek ji rojnameyên nêzîkî hikûmeta AK Partiyê jî tê zanîn, sernûçeyeka bi navê “PKK-ê Kişanak di jêrzemînê de zindanî kir” nivîsî û îdîa kir ku ew çûye cem şervanên YPSê û bo wan gotiye; “Xelk piştgiriyê nade me, em bi serneketin, dev jê berdin, belaş nemirin.” Rojname îdîa dike ku, şervanên YPSê ji gotinên Kişanakê aciz bûne û ew 6 saetan di jêrzemînekê de zindanî kirine. Li gorî îdîayan, piştî nîqaşan Kişanak ji Sûrê derketiye.

Li ser îdîayên rojnameyê, Hevşaredar Kişanak daxûyaniyeke nivîskî belav kir û îdîayên rojnameya navborî red kirin. Bersiva Kişanakê wiha ye; “ Dibêjin ew çûye navçeya Sûrê û gef li wê hatine xwarin. Ji xwe ev 77 roj in ku ti kes nikare derbasî wir bibe. Xwediyên van îddîayan henekan bi eqlê xelkê dikin.”

Hevşaredar Kişanak dibêje, rojnameya navborî derbarê Şaredariya Bajarê Mezin de jî nûçeyên derew dinivîse û ew piştgiriyê ji dewletê distînin, lê belê miheqeq rastiya bûyerê dê derkeve holê. Gultan Kişanak, bi salan rojnamegerî kiriye û di hilbijartinên 2009 û 2011an de parlamenteriya Diyarbekir û Sêrtê kiriye. Di hilbijartinên 2014an de ji sedî 55ê dengan standiye û wek Şaredara Bajarê Mezin hatiye hilbijartin.

Fly Erbil Advertisment