Rûsya: Mûşekên me ji Qezwînê nagihin Idlibê
Rûsyayê ragihand ku, karîna mûçekên wan nîne ku ji Deryaya Qezwînê ber bi parêzgeha Idliba Sûriyê ve bên avêtin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsyayê ragihand ku, karîna mûçekên wan nîne ku ji Deryaya Qezwînê ber bi parêzgeha Idliba Sûriyê ve bên avêtin.
Berdevkê Wezareta Derve yê Rûsysyê Igor Konaçînkov, îro di konferansekî rojnamevanî de got ku, karîna çekên di dest hêza deryayî ya li Deryaya Qezwînê de nîne, ji bo armanckirina nexweşxane û dibistanên li Idliba Sûriyê.
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu li paytexta Ukraynayê Kievê di konferansekî rojnamevanî de diyar kiribû ku, Rûsya û rejîma Esed bi bombebarankirina nexweşxane, nanxane, dibistan û kampan sûcê mirovahiyê pêk tînin.
Davutoglu got jî ku, wê Tirkiye li hember hebûna Rûsya û PYDê ya li ser sînorên Tirkiyê bêdeng nemîne.
Konaçînkov amaje kir jî, ku Tirkiye di bin baskên şevê de çek û cebilxanê dişîne ji teroristên Heleb û Idlibê re.
Herwiha Konaçînkov eşkere kir ku, firokeyên Rûsyayê di navbera 10 – 16 vê mehê, 444 êrîşên esmanî li Sûriyê kirine, hezar û 593 armancên tereristî jî êrîş kirine.