Artêşa Tirkiyê dest bi operasyonekê li Hezexê kir
Artêşa Tirkiyê li Hezexê dest bi operasyonekê berfireh kir, Navçe bi tankan tê topbarankirin û şer û pevçûnên dijwar li taxan rû didin.
.jpg)
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê li Hezexê dest bi operasyonekê berfireh kir, Navçe bi tankan tê topbarankirin û şer û pevçûnên dijwar li taxan rû didin.
Parêzgariya Şirnexê, duh li tevahiya navçeya Hezexê, qedexeya derketina derve ragehand. Pişt re Artêşa Tirkiyê li navçeyê dest bi operasyonê kir.
Bi destpêkirina operasyonê re tankên ku li girikên dora navçeyê hatibûn bicihkirin, dest bi topbaranê kirin.
Her wiha di nav kolanê de jî pevçûn hene û şerê dijwar li taxa Turgut Ozal û Taxa Nû rû dide.
Her wiha şeva borî, ji Cizîr û Mîdyadê, gelek alav û otombêlên leşkerî bo Hezexê hatin hinardin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala dabû xuyakirin, piştî operasyona Cizîrê ewê li Hezexê û Nisêbînê dest bi operasyonê bikin.