Zimanê Kurdî jî ket nav sîstema Googleyê

Kompanya Google, 13 zimanên din xistin nav sîstema xwe ya wergerandinê (Google Translate). Di nav wan de zimanê Kurdî jî heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kompanya Google, 13 zimanên din xistin nav sîstema xwe ya wergerandinê (Google Translate). Di nav wan de zimanê Kurdî jî heye.

Tora lêgerînê ya Googleyê, zimanê Kurdî jî xist nav sîstema xwe ya wergerandinê. Bi vî awayî hejmara zimanên sîstema wergerandinê ya Googleyê bû 103.

Zimanên din ên ku tevlî sîstema wergerandinê ya Googleyê bûne, ev in: Qirgizî, Hawayî, Samonî, Îskotlandî, Gaelî, Shonî, Korsîkî, Frîzî, Amarî, Sîndî, Peştû û Josî.

Kurdan li hember vî karê Googleyê, kêfxweşiya xwe nîşan dan û di medyaya civakî de spasiya Googleyê kirin. Ji bo ku Kurdî bikeve nav sîstema wergerandinê ya Googleyê, gelek kampanya û çalakî hatibûn kirin.

Wek tê zanîn, yek ji damezrêner û rêveberên Googleyê, Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê bi navê Umîd Kurdistanî ye.

Fly Erbil Advertisment