Pêşmergeyên Xirîstiyan jî diçin eniyên berevaniyê

Li Herêma Kurdistanê caara yekem, hêzeke 750 kesî ku hemû Xirîstiyan in, bi serpereştiya Fermandeyiya Giştî ya Hêzên Zêrevanî hat pêkanîn.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a1169459-3e10-4ba7-90f4-51591744b2e3/zeravni%20mse7i.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Li Herêma Kurdistanê caara yekem, hêzeke 750 kesî ku hemû Xirîstiyan in, bi serpereştiya Fermandeyiya Giştî ya Hêzên Zêrevanî hat pêkanîn.

750 Pêşmergeyên Xirîstiyan ku ji bo parastina navçeya Xirîstiyanên deşta Nînewa hatine amadekirin, doh (18.02.2016) perwerdeya wan a leşkerî bi dawî bû û niha amade ne erkê leşkerî werbigirin.

Di vê derbarê de Fermandeyê Pêşmergeyên Zêrevanî Ezîz Weysî got: "Li ser teknîkeke nû ya şer hatine perwerdekirin û erkê wan parastina wan navçeyan dibe ku Xirîstiyan lê dimînin."

Bi bilindkirina Ala Kurdistanê û gotina Sîrûda Niştimanî "Ey Reqîb" zêrevanên deşta Nînewa soz dan ku xelk, dêr, mal, dîrok û gorên bav û bapîrên xwe bi xwînê biparêzin. Ezîz Weysî herwiha da zanîn ku ev hêza hand ê di dema azadkirina Mûsîlê de rolekî serekî bibînin.

Fly Erbil Advertisment