Li Sûrê avahiyek bi ser leşkeran de hilweşiya: 3 mirin

Li navçeya Sûra Diyarbekirê li Taxa Hasirli avahiyek bi ser Hêzên Ewlekariya Tirkiyê de hilweşiya, heta niha 3 cenaze ji bin xopana avahiyê hatine derxistin.

K24 - Diyarbekir

Li navçeya Sûra Diyarbekirê li Taxa Hasirli avahiyek bi ser Hêzên Ewlekariya Tirkiyê de hilweşiya, heta niha 3 cenaze ji bin xopana avahiyê hatine derxistin.

Tê gotin ku hê jî 9 leşker di bin xopanê de ne, xebatên lêgerînê didomin. Hejmareke zêde ambulans li cihê bûyerê sekinîne.

Li gor çavkaniyeke nêzîkî hikûmetê, çekdarên Yekinîneyên Parastina Sivîl (YPS) teqemeniyên ku berê li nava xanî bicihkiribûn teqandin. 

Herwiha îro di saetên serê sibehê de jî li Sûrê 3 serbazên Tirk canê xwe ji dest dabûn.

Fly Erbil Advertisment