Kirîza aborî bandora xwe li ser Sînemaya Kurdî jî kir
"Heta ku Sînema Kurdî bi pêşve biçe, pêwîstiya bi bajerekî Sînemayê ku, ji hemû stodyo, alavên pêkanîna Sînema pêkhatibe heye."
K24-Navenda Nûçeyan
Derênerê Sînemayê Hisên Seyfedîn ragehand ku, kirîza darayî li Kurdistanê bandoreke xirab li ser berhemên Sînemayê jî kir.
Derbarê bandora kirîza aborî li ser berhemên Sînemaya Kurdî li Herêma Kurdistanê, derhênerê Sînema Hisên Seyfedîn ji K24ê re wiha got: "Me salane festîvalên sînema li dardixstin, herwiha festival na bo tûndûtijî li ser jinan encam dida, ev festival bûdceyeke taybet ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ve dihat xerckierin, lê niha ew çalakî hatine rawestandin."
Seyfedîn da zanîn ku, tevî vî kirîzê jî em li ser çalakiyên xwe yên cor bicor berdewam in, û aşkere kir ku, niha derhêner û ektrê Kurd Hisên Hesen filmekî li ser karasata li ser jin û keçên Kurdên Êzdî yên ku çekdarê DAIŞê destdirêjî li ser wan kirîn amade dike.
Derênerê Kurd Hisên Seyfedîn ji K24ê re behsa rewşa Sînema Kurdî kir û wiha axifî: "Bi rastî Sînema Kurdî weke filim pêşketiye ew jî bi dewle serê bavê Sînema Kurdî Yelmaz Gonê û Behmen Qobadî ye. Heta ku Sînema Kurdî bi pêşve biçe, pêwîstiya bi bajerekî Sînemayê ku, ji hemû stodyo, alavên pêkanîna Sînema pêkhatibe heye."