Reixinger: Divê rêz li daxwazên Kurdan bê Girtin
Şandekî ji dîplomat, parlamenter û siyasetmedarên welatên Ewropayê li Diyarbekirê serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Şeradariya Diyarbekirê kirin.
K24 – Diyarbekir
Şandekî ji dîplomat, parlamenter û siyasetmedarên welatên Ewropayê li Diyarbekirê serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Şeradariya Diyarbekirê kirin.
Piştî serdanan jî encamnameyek belav kirin û daxwaz kirin ku dewleta Tirkiyê êrişên xwe yên li ser navçeyên bajarên Bakûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê rawestîne û bi rêbazên aştiyane, li ser maseyê bi rêbazên demokratîk çareseriyan peyda bikin.
Li ser navê Şandê Hevserokê Partiya Çep Ya Elmanî Bernd Reixinger, rexne li welatên Yekîtiya Ewropayê jî girtin ku, bi bazariya penaberan piştgiriya Tirkiyeyê dikin û hemû pîvanên mafên mirovan û hûqûqî paşguh dixin.
Şandê diyar kir ku divê rêz li daxwazên gelê Kurd bê girtin û otonomî yan jî federasyon daxwazên demokratîk in û Ewropa jî dikare piştgiriya Kurdan bike. Şandê ragihand ku dê çavdêrî û raporên xwe ji bo piştgiriya Kurdan bikar bînin.


