Çekdarên opozîsyonê li Tirkiyê tên perwedekirin
Komeleyeke Sûrî çekdarên opozîsyonê li bajarê Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, bi mebesta bibin “çekdar ne kujer” perwerde dike.

K24 – Navenda Nûçeyan
Komeleyeke Sûrî çekdarên opozîsyonê li bajarê Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, bi mebesta bibin “çekdar ne kujer” perwerde dike.
Li bajarê Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, komeleya Sûrî, xuleke perwerdeyê ji çekdarên opozîsyona Sûriyê re dike. Li gor wê komeleyên ku ew waneyan di qanûnên şer didin wan çekdaran bo bi “çekdar bin ne kujer bin”
Damezranerê komeleyê Osama Şerbecî ji AFRê re got: “Di dawiya sala 2011an de, me dît ku çekdarên opozîsyonê mafên mirovan binpê dikin, bi sala 2012an de dest bi diziya otombêlan û kuştina bê dadgehkirin kirin.”
Şerbecî ji welatên Kendava Erebî budceya û welatên rojav salane 250 hezar dolar bo vê projeyê werdigire.
HSD û YPGê, çend roj in li bakurê Helebê dest bi operesyonekê kirine, firokxaneya Minigê ya leşkerî, bajrokê Til Rifat û Mariê girtine û gihêştine derdora Ezazê. Tirkiyê jî pêgehên HSD û YPGê li wan deveran û Efrînê topbaran dike.
Bo piştgîrî ji çekdarên li Ezazê li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG), 17 Sibatê 500 çekdarên opozêsyona Sûriyê, di bin çavdêriya Tirkiyê de, ji Tirkiyê bi riya dergeha sînorî Bab el-Selamê derbasî Ezazê bûn
Beriya niha jî Wezareta Derve ya Sûriye tekez kiribû ku, Tikriyê 12 otomobîlên leşkerî û 100 çekdar derbasî axa wan kiriye.