Balyozê Koçberiyê Alan Kurdî li Silêmaniyê ye
Ev çara yekemîne peykerek bi vî awayî bo Alan Kurd tê çêkirin.Berî niha çendîn şêwekar û hunermed wêne, peyker û stiran ji wî zarokê Kurd re çêkir bûn.

K24-Navenda Nûçeyan
peykerê Alan Kurdî li parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê hate danîn.
Duh, êvarî û bi amadebûna hejmareke rewşenbîr, hunermenda û penaber peykerê Alan Kurdî li parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê hate danîn.
Peykerê Alan Kurdî yê bi navê "Balyozê Koçberiyê" ji aliyê hunermend Bextiyar Helebceyî ve hatiye sazkirin.Derbarê çêkirina wî peykerî hunermed Bextiya Helebçeyî wiha got: wêneyên mirina Alan Kurdî bi wî şêweyî gelek bandor li min kir, lewma min biryara çêkirina peykerê da.
Helebçeyî da zanîn ku ev pêc mehin mijûle bi çêkirina peykerê Alan Kurdî.
Zarok Alan Kurdî di roja 2 Îlona sala 2015 de, li ligel biryê xwe û dayîka xwe di nav ava deryaya Egayê de xenqîn.
Ev çara yekemîne peykerek bi vî awayî bo Alan Kurd tê çêkirin.Berî niha çendîn şêwekar û hunermed wêne, peyker û stiran ji wî zarokê Kurd re çêkir bûn.