Viyan Dexîl li Cenêvê hat xelatkirin

“Xelata Navdewletî ya Bergiriyê li Mafên JInan bo sala 2016an” wegirt.

K24- Navenda Nûçeyan

Parlamentera Kurd a Êzdî, Viyan Dexîl li Lutkeya Cenêvê ya Mafên Mirovan û Demokrasiyê bo Sala 2016an, hat xelat kirin.

Viyan Dexîl ku li ser navê Kurdên Êzdî, endama Parlamentoya Iraqê ye, di sala 2014an de û piştî ku DAIŞ derbasî Şingalê bû, gotarek tev bi hest li parlamentoyê pêşkeş kir û daxwaza alîkarîkirina Kurdên Êzdî kir, piştire jî navûdengiyeke navxweyî, herêmî û cîhanî bidest xist.

Di çarçoveya Lutkeya Cenêvê ya Mafên Mirovan û Demokrasiyê bo Sala 2016an de, Viyan Dexîl îro “Xelata Navdewletî ya Bergiriyê li Mafên JInan bo sala 2016an” wegirt.

Piştî xelatê, Dexîl gotarek pêşkeş kir, destpêkê çend peyv bi Inglîzî gotin, piştire jî got ku ew dê bi “zimanê xwe yê niştimanî” berdewam bike û gotara xwe bi Erebî da.

Fly Erbil Advertisment