Artêşa Tirkiyê bi darên zeytûnan li Efrînê hildike
Artêşa Tirkyê dîwarekî li navçeya Şiyê ava dike, li gor xelkên deverê, artêşa Tirkiyê ziyaneke mezin gihandiye zeviyên zeytûnan û hindek ji rûbera navçeya şiyê jî biriye.
K24 – Efrîn
Artêşa Tirkyê dîwarekî li navçeya Şiyê ava dike, li gor xelkên deverê, artêşa Tirkiyê ziyaneke mezin gihandiye zeviyên zeytûnan û hindek ji rûbera navçeya şiyê jî biriye.
Li gor gundiyên navçeya Şiyê ji K24ê ragihandine, artêşa Tirkiyê li dirêjahiya 3 k.m û panahiya 50 ta 300 mitrî, derbasî nava xaka navçeya Şiyê ya Efrînê bûne û bi bildozeran darên zeytûnan hildikin û dîwarekî ava dikin.
Ji 19 Sibatê ve, Artêşa Tirkiyê dest bi avakirina dîwarekî di navbera Rojava û Bakurê Tirkiyê li Herêma Efrînê kirine, heya niha dora hezar û 500 darên zeytûnê hilkirine.
Ev ne cara yekem e ku artêşa Tirkiyê sînorê Rojavayê Kurdistanê derbas dike, li gor hikûmeta Tirkiyê jî mebest ji vê yekê, serastkirina sînor e û rêgirtin li pêş qaçaxciyan û penaberan e.