Fezlekeyên derbarê HDPê de zêde dibin

Parlamenterên HDPê bi daxuyaniyekê li dijî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan nerazîbûneke tund nîşan dan.

K24 - Enqere

Parlamenterên HDPê bi daxuyaniyekê li dijî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan nerazîbûneke tund nîşan dan.

Parlamenterên HDPê Ahmet Yıldırım, Nimettullah Erdogmuş û Garo Paylan li parlamentoyê civîneke çapemeniyê saz kirin û derbarê lêpirsîn û fezlekeyên li dijî wan, bersiva pirsên rojnamegeran dan.

Li ser navê HDPê parlamenterê Mûşê Ahmet Yildirim wiha nerazîbûna partiya xwe anî ziman: “Her kesek ji ber tevgerên xwe tê darizandin; çênabe ku parlameniya min, nehêle ez ji ber tevgerên xwe yên tawanî, bêm darizandin. Di vê mijarê de, tu tirsa me nîn e. Di heyama 24. 34 parlamenterên me hebûn û derbarê wan de nêzîka 600 fezleke hatin amadekirin. Hemû li ser azadiya fikir û ramanê bûn. Dixwaz in hemû parlamenterên me di warê siyasî de sûcdar bikin. Dixwazin azadiya fikir û ramanê bi fezlekeyan bikin mijara darizandinê lê belê ji bo dizî û gendeliyê tiştekî nakin.”

Fly Erbil Advertisment