Dibe ku DAIŞê “kîmyayî” li Şingalê jî bikar anîbe
Beriya niha DAIŞê 7 caran çekên kîmyayî li dijî Pêşmergeyan bikar aniye.

K24- Navenda Nûçeyan
Ji ber gumana bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê DAIŞê ve, lêkolîn li Şingalê dest pê kirine.
Duh, çekdarên DAIŞê bi rokêtan êrîşî pêgeheke Hêzên Pêşmerge li başûrê Şingalê kirin.
Ji encama wê êrîşê çend Pêşmerge û kesên sivîl birîndar bûn, li gor ku hatiye ragihandin jî, rewşa birîndaran gumana bikaranîna çekên kîmyayî derdixe holê.
Ji aliyê xwe ve, Dr David Yu Banc, ku ligel tîma pizîşkên Free Bormarigers kar dike, ji K24ê re diyar kir ku, êrîşa DAIŞê bi 19 rokêtên Katyoşa bû, ji encamê jî 20 malbatên ku nû vegeriyan e deverê û 110 Pêşmerge jî bi madeyeke ku ligel wan rokêtan bû, nexweş bûne.
Enceûmena Asayişa Herêma Kurdistanê jî li ser Twitterê belav kiriye ku, dibe ku DAIŞê çekên kîmyayî di wê êrîşê de bikar anîbe.
Herwiha Encûmena Asayişê diyar kir ku, ew niha ligel pisporên hevpeymaniya navdewletî li cihê êrîşê paşmayan didin hev, ji bo ku lêkolînan li ser bikin.
Eger hat û piştrast bû ku carek din DAIŞê çekên kîmyayî bikar aniye, dê bibe 8emîn car ku rêxistina radîkal bi çekên kîmyayî êrîşî Pêşmergeyan dike.
Beriya demekê jî li navendên navdewletî hat piştrastkirin ku, DAIŞê di sala 2014 û 2015an de çekên kîmyayî li dijî Hêzên Pêşmerge bikar aniye.