Li Hezexê şer û operasyon berdewam in
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di roja 11emîn de jî qedexeya derketina derve û operasyon berdewam dikin.
K24 – Şirnex
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di roja 11emîn de jî qedexeya derketina derve û operasyon berdewam dikin. Ji aliyê din ve termê 4 gerîlayên din ên li gundê Hespistê yê Hezexê hatibûn kuştin, dan malbatên wan.
Li navçeya Hezexê ji 16ê Sibatê ve qedexeya derketina derve heye û hêzên ewlekariya Tirkiyê bi beşdarbûna 4 hezar serbazên taybet operasyonan dikin.
Firokeyên bê mirov bê nevber di ser navçeyê re difirin û çeperên şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) jî bi top û tangan tên bombebaran kirin. Hate gotin ku hêzên ewlekariyê praniya xendekên taxa Nû dagirtine û çeper jî hilweşandine.
Ji aliyê din ve nasnameya 4 gerîlayên din ên ku di encama bombebarana helîkopteran de canê xwe jidest dabûn hatin eşkerekirin. Malbatan ji Nexweşxaneya Mêrdînê termê zarokên xwe wergirtin.
Temê Vedat Gunduz bo Wanê, yê Sertan Bikenê bo Cizîrê, yê Sebahat Erşek bo Hezexê û Şêvan Akbaş jî bo Nisêbînê hatin şandin.
Roja 24ê Sibatê li gundê Hespistê yê Hezexê 12 gerîlayên PKKê di encama bombebarana helîkopterên artêşa Tirkiyê de canê xwe jidest dabûn.