Serkirdeyekî HSD ji aliyê DAIŞê ve hate kuştin
Xalid Deham Raxib El-Beşîr ji gundê Mehêmîde yê ser bi Parêzgeha Dêrazorê, herwiha birayê Şêxê eşîra Elbekara Newaf Raxib El-Beşîr e.

K24-Girê Spî
Çekdarên DAIŞê serkirdeyekî Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) bi navê Xalid Deham Raxib El-Beşîr dema ku duh, li bajarokê Girê Spî girtibûn, kuştin.
Piştî ku duh, çekdarên DAIŞê karîn derbasî bajarokê Girê Spî bibin û li çend taxan bicih bibin, herwiha, bajarokê Silok kontirol bikin, şereke giran dinav bera wan û Yekîneyên Parastina Gel(YPG) derket, di encama wî şerî de li gor 70î çekdarên DAIŞê hatin kuştin. Herwiha Serkirdeyê HSD bi navê Xalid Deham Raxib El-Beşîr hate girtin.piştî girtina wî, ew kuştin.
Derbarê kuştina wî Serkirdeyî de, birayê wî yê bi navê Ebdilezîz Deham Raxib El-Beşîr di daxuyaniyekê de kuştina birayê xwe ji aliyê DAIŞê ve tekez kir.
Xalid Deham Raxib El-Beşîr ji gundê Mehêmîde yê ser bi Parêzgeha Dêrazorê, herwiha birayê Şêxê eşîra Elbekara Newaf Raxib El-Beşîr e.