Li Siûdiyê dewreyek bi navê "Gelo ma jin mirove"

Li gor ragehandina Akademiyê ew dewre wê îro, seat nehê êvarî bi dema Erebistana Siûdiyê birêve biçe.

K24-Navenda Nûçeyan

Akademiya Siûdiyê ya perwerde û Şêwermendiyê dewreyekî perwerdê bi navê "Gelo ma jin mirovin" ragehand, navê wê dewreyê karvedanên cuda û nerazîbûneke mezin li pey xwe anî, herwiha bû cihê danûstandinû gengeşeyê li ser torên civakî.

Şopînerên Malperên civakî navnîşana wê dewreyê şermezar kirin, diyar kirin ku, ew navnîşan rêznegirtineke ji hebûna jinê re.

Rêveberê Akademiya Siûdiyê Hanî El-Hemdan derbarê nerazîbûna li ser nave wê xûleyê hatî kirin, daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, mebesta wan ji wê navnîşanê ewe ku, jin ji mirovan jî bilindtire, da zanîn ku, rêznegirtina hebûna jinan rêznegirtina ji dayîk,xweîş û keça wî re ye.

Li gor ragehandina Akademiyê ew dewre wê îro, seat nehê êvarî bi dema Erebistana Siûdiyê birêve biçe.